Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li bajarê Tebqayê rewşa xizmetê tê pêşxistin

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê hewl dide rewşa xizmetê ya herêmê pêş bixe û di vê çarçoveyê de derbarê paqijiya bajêr de gelek biryar girtin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê bi armanca nîqaşkirina rewşa xizmetê li bajar û gundewarên Tebqayê civînek li dar xist. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Komîteya Damezrîner a Meclîsê Mûsa Xelîl li ser girîngiya paqijî û xweşikbûna herêmê bi ruhekî hevbeş axivî. TEPQA-REWSA-MADI1 (3)

Xelîl anî ziman ku li taxên bajêr xebatên gihandana avê didomin.

Bi armanca paqijkirina bajêr jî, dê her du rojan di bin çavdêriya Komîteyên Xizmetê de xebatên paqijkirinê bêne kirin.

Dê Komîteyên Xizmetê yên girêdayî Meclîsên taxên bajêr bi armanca çareserkirina pirsgirêkên xizmetê bi Buroya Xizmetê ya Şaredariya Gel re têkildar bibe. TEPQA-REWSA-MADI1 (2)

Di dawiya civînê de Endama Rêveberiya Buroya Xizmetê Henan Salih da zanîn ku Şaredarî di rojên pêş de dest bi paqijkirina bajar bike û pirsgirêka kanalîzasyonan çarser bike.

(mm)

ANHA