Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li bajarokê Hemrat jî Mala Gel hat vekirin

Dîmen

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê li bajarokê Hemrat ku dikeve rojhilatê bajarê Reqayê Mala Gel vekir.REQA-VIKRNA-MALA-KIL (1)

Şahiya ku ji bo vekirina Mala Gel hate lidarxistin,  bi dehan şêniyên herêmê, rûspiyên êlan, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şervanên QSD’ê tevlî wê bûn.

Şaşî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen axivî got “Piştî em rizgar bûn, divê em xwe birêxistin bikin û herêmên xwe bi rêve bibin.”

Hesen ji welatiyên herêmê xwest ku beşdarî xebatan bibin da Reqayeke nû û demokratîk were avakirin.

Di dawiya şahiyê de bi kêfxweşiya vekirina Mala Gel welatiyan govend gerand.

(mm)

ANHA