Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Barzan û Geverê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYNA- Li herêma Barzanî li dijî hêza operasyonê, li Geverê jî li girê Bayê çalakî hatin lidarxistin. Herî kêm 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê, ku leşkerên Tirk zêdegaviyê dikin û hewl didin herêmê dagir bikin, çalakiyên gerîla dewam dikin. Li gorî agahiyên ji aliyê nûçegihanên ANF’ê yên li herêmê ve hatin ragihandin, duh saet di 10:00 de li Girê Botinî yê herêma Barzanî, li cihê ku weke ‘Nuqteya Koordîne’ tê naskirin, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn.

Hêzên gerîla li kon û çeperên leşkeran dan û di encamê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Bomberdûmana ku piştî vê çalakiyê dest pê kir dewam dike.

Li navçeya Gever a Colemêrgê jî, gerîla duh li leşkerên Tirk ên li ser Girê Bayê xistin. Di çalakiyê de ku derb li konteynir û çeperên li ser gir hate xistin, 5 leşker hatin kuştin.

Balafirên şer ên Tirk, piştî çalakiyê bombe li herêmê barandin.

Hêzên gerîla, duh saet di 11:00 de bi çekên giran li leşkerên Tirk ên li girê Şikêra Spî ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

HPG’ê hê li ser van çalakiyan daxuyaniyeke fermî nedaye.