Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li başur-rojhilatê Reqqayê gundekî din azad bû

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Xes Icêl ku li başur-rojhilatê Reqqayê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hemû leza xwe didome. Şervan roj bi roj pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Di vê çarçoveyê de şervanên Xezeba Firatê îro li baskê Ebû Xeşeb gundê Xes Icêl  ku 48 km li başur-rojhilatê bajarê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Pêşveçûyîna şervanan ber bi Reqqayê ve didome.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şervanên Xezeba Firatê di Pêngava Sêyemîn de gelek gund û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin .

(ekîb/kc)

ANHA