Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li bejahiya Idlibê şer didome

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek aliyên gundewarên Idlibê, şer di navbera hêzên rejîma Baas û çeteyên Cebhet El-Nusre de didome.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, li aliyên gundewarên rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê şer di navbera hêzên rejîma Baas û çeteyên Cebhet El-Nusre de didome. Çete hewl didin herêmên ku di demên dawî de winda kirine, vegerînin.

Çavdêriya Mafê Mirovan diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusre karîbû mezreeya El-Hisyan û gundên El-Cidaniye, El-Webîde, Um El-Xelaxîl, Xirêbe, Rebîa, Til Xezne û El-Zerzûr careke din vegerînin bin serweriya xwe.

Şer vê sibê jî, li aliyê El-Selomiye, Ebû Umer, El-Hemdaniye, Şem El-Hewa û hin aliyên din di navbera herdu aliyan de, şer derket. Hêzên rejîma Baas nîvê şevê hewil da El-Xoyîn vegerîne bin serweriya xwe, lê hewildana vala derket.

Balafirên şer herêmên navborî yên di destê çeteyan de bombebaran kirin. Ji aliyekî din ve jî topbarana bi fûzeyan jî bê navber li herêmê didome.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî, herî kêm 140 kes ji hêzên rejîmê û çeteyan hatine kuştin.

Hêzên rejîmê li gundewarên başûr Helebê ber bi gundewarên rojhilatê Idlibê û balafirgeha Ebû El-Dihûr pêşve çûn. Kêmî 6 km di navbera hêzên rejîmê yên pêşve diçin û hêzên li gundewarên rohjhilatê Idlibê ma ye.

şeva din, hêzên rejîmê topbaran xwe ya bi fûzeyan li ser herêmên Xûta rojhilat nû kir, bi van fûzeyên ku tê texmînkirin cure erd-erd in, herêmên bajarê Hereste û gundewarên wê hatin hedefgirtin.

(rr)