Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li bendava Feratê serkeftinên li pey hev

Dîmen

Dîmen: bendava Feratê

TEBQA – Tîma xebatên di bendava Feratê de piştî ku du devikên sêyemîn û heştemîn ên bendavê amade kirin, niha koma yekemîn jî ya devikên bendavê sererast kirin, tevî hemû astengî û pirsgirêkên rastî wan hatine li rex xebatên sererastkirina navenda belavkirina kehrebeyê xebatên xwe bi rêk û pêk dimeşînin.TEPQA-BENDAVA-FIRATE1 (3)

Di çarçoveya kar û xebatên sererastkirina toreya kehrebeyê ya ji bendava Feratê de, tîma xebatên di bendava Feratê de piştî ku du devikên sêyemîn û heştemîn ên bendavê amade kirin, niha koma yekemîn jî ya devikên bendavê sererast kirin. Karkeran hemû sîgorteyên kevin bi yên nû guhertin.

Niha piştî ku navenda belavkirina kehrebeyê were amadekirin, kehrebe dê ji bajêr re ji nû ve were peydakirin.

Odeya çalakiyên bendavê (odeya kordîneya sereke) ku ji aliyê çeteyan ve hatiye xirabkirin, ji nû ve tê sererastkirin û aktîfkirin. Ev ode jî rêveberiya xebitandina bendavê dike û kehrebeyê li navendên belavkirinê belav dike.

Li aliyekî din di heman demê de kar û xebatên sererastkirina devikên sêyemîn û çaremîn ên bendavê ku ji aliyê çeteyan ve hatine xirabkirin tên sererastkirin, niha jî xebat di devikê sêyemîn de tên meşandin û di van rojan de dê bi dawî bibin.

Girêdayî mijarê endezyarê çavdêr li bendavê Elî El-Rawî di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re behsa hin astengî û pirsgirêkên rastî tîmên xebatkaran tên kir û got ku di serî de mayînên ku çeteyan çandine pirsgirêkeke mezin ji wan re derdixîne û ew li benda tîmên pispor ên betalkirina mayînan mane.ELI EL RAWI

El-Rawî got ku piştî navenda belavkirina kehrebeyê û embara giştî ji mayînan hate paqijkirin, wan tevilê xebatên xwe dane dest pêkirin û li bendê ne ku tunel jî bête paqijkirn da ku bendav bi navenda belavkirina kehrebeyê re were girêdan.

El-Rawî di berdewama axaftina xwe de got ku xebatkarên wan bi hemû hêza xwe û derfetên di destên wan de ne dixebitin da ku bendava Feratê di demeke zû de ji nû ve were xebitandin.

(jh)

ANHA