Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Bexdayê 2 teqîn: kuştiyek, 7 birîndar

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Paytexta Îraqê Bexdayê 2 teqînên cûda rû dan. DI encamê de kesekî jiyana xwe jidest da û 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Sûmeriyê News li ser riya herêma polîsan a çeremîn a rojavayê Bexdadê, di setên nîvro de teqînek rû da. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku mayînek din li nêzî bazara gelerî ya li herêma Ebû Dişêr ya dikekve başûrê Bexdadê de di encama vê teqînê de jî kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Çevkanî dane zanîn ku hêzên ewlekariya Îraqê derdora cihê teqînan girtinû lêgerîn dan destpêkirin. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

(bx)

ANHA