Têkilî | Derheqê me de

Li Bexdayê teqîn, kuştiyek û 6 birîndar hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Mayînek li nêzî sûka gelêrî li başûrê Bexdayê teqiya, di encamê de welatiyek hate kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji polîsa paytexa Îraqê Bexdayê, da zanîn ku vê sibehê mayînek li nêzî sûka gelêrî li herêma EL-Wehdê li başûrê Bexdayê teqiya û diyar kir ku di encamê de welatiyek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li hemû bajarên Îraqê, teqîn rû didin û bi vê yekê hêzên leşkerî û sivîl têne hedefgirtin.

(jo)

ANHA