Têkilî | Derheqê me de

Li Çelê çalakiya gerilayên HPG`ê

NAVENDA NÛÇEYAN- Gerîlayên HPG’ê li dijî herêma baregehê ya Girê Koordîneyê ya li ser xeta sînorê Çelê çalakî li dar xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî gerîlayên HPG’ê duh şev di saet 18.00’an de li dijî herêma baregehê ya Girê Koordîneyê (Guven) a li ser xeta sînorê Çelê çalakî li dar xistin. Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku şerekî giran qewimiye û di saet 20.00’an de artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran birine Tûgaya Çelê.

Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê tevgera hewayî hatibû destpêkirin û heta vê saetê jî didome.