Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Cindirêsê agir bi daristanê ket

EFRÎN – Li navçeya Cindirês agir bi daristanekê ket. Sedema pêketina agir ne hate zanîn.

Bureya ragihandinê ya Hêza Asayşa kantona Efrînê, ragihandin ku şevê din agir bi daristana li navbera gundê Goran û Kurdan ên navçeya Cindirêsê ket. Di encamê de agir bi darê Senober ket û zêdeyî 2 hezar metr şewitî.

Bureya ragihdanê ya Hêza Asayşê têkildarî mijarê destnîşan kir ku sedemê şewatê nehatiye zanîn û destnîşan kir ku li cihê bûyerê ku dûrî cihê welatiyan e tu şop ne hate dîtin.

Ev cara duyemîne ku li wê herêmê şewat pêk tê. Sedema şewatê jî ne hate zanîn.

(mh)

ANHA