Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Çînê erdhej

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Torên Erdhejê ya Çînê diyar kir ku li başûrê rojava yê welêt, li Herêma Xweser a Tîbetê, li bajarê Nyîngchiyê bi hêza 5’an erdhejek çêbûye.

Hate diyarkirin ku navenda erdhejê herêma Bayî ya Nyîngchî ye û 6 km kûr e.

Hê bi zelalî diyar nebûye bê ka di erdhejê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

(kc)