Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Çiyayê Kizwana yekem firne vebû

TIL TEMIR – Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwana li herêma Çiyayê Kizwana ji bo pêjandina nanê tenik firneyek vekir.TILTEMIR-CIYAYEKIZWAN-VEKIRINA-NANPEJ-LI-GUNDE-XIRRA5

Şaredariya Gel a Çiyayê Kizwana bi hevkariya şaredariya Gel a Til  Temirê ji bo ku rojane nan ji welatiyên Çiyayê Kizwana û gundewarê wê peyda bike duh firneyeke nanê tenik vekir.

Rayedarên Desteya Şaredarî û Ekolojiya ya Kantona Cizîrê, endamên şardariyên Til Temir û Çiyayê Kizwana tevî bi dehan şêniyên herêmê beşdarî merasîma vekirina firneyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê ji rayedarên Desteya Şaredarî û Ekolojiya Hesen Koçer axivî. Koçer vekirina firneyê li şêniyên Çiyayê Kizwana pîroz kir û got ji bo hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bikin.

Hesen Koçer ku di heman demê de Endamê Komîteya Rêveber a PYD’ê ye got “Gelê me dikare xwe bi xwe bi rêve bibe û Çiyayê Kizwana mînaka vê yekê ye.”

Ji aliyekî din ve li ser navê namzetên Çiyayê Kizwana û Meclîsa Xeta Şehîd Ezîz hevserokê meclîsê Xelef Nehar axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Nehar got ku şêniyên Çiyayê Kizwana mîna hemû herêmên din ên hatine jibîrkirin û tu kar xizmetguzarî lê nayê meşandin.

Piştî axaftinan deriyê firneyê ji aliyê dayikên şehîdan hate vekirin û merasîm bi govendê, bi dawî bû.

(bx)

ANHA