Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Dêrazorê jî ciwanan serî hildan

DÊRAZOR – Ciwanên Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî pêngava “Serî hilde” ji bo azadiya Ocalan bangewazî kirin.DIRALZOUR-CIWAN (1)

Ciwanên Dêrazorê li navenda xwe ya li gundê Cezret Bûhemîd û daxuyanî dan. Di daxuiyaniyê de komployên navnetewî yên li ser gelê azadîxwaz û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatin şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Ciwanên Dêrazorê Wesfa Dêriya ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo hemû raya giştî re, em weke ciwanên Dêrazorê û bi navê Meclîsa Sûriyeyê komployên li ser hemû gelên azadî xwaz û bi taybet gelê Rojhilata Navîn, şermezar dikin. Ji ber ku hemû gelên ku li vê derê dijîn hemû mafên wan ên birdozî û çandî bi armanca ku şarestaniya wan ji wan bidizin, hate standin.

Em weke ciwanên Dêrazorê tu carî derfet nadin tu kesî ku mafên şehedîn ku vi xwîna xwe xaka xwe av dan ku wan mafan din pê bikin, di vê çarçoveyê de em weke Ereb û Kurd  li Dêrazorê em ê ji bo azadiya Rêberê azadiyê Rêber Ocalan û ji bo mafên hemû gelan tevlî pêngava “Serî hilde” bibin.

Em niha li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê li hemberî hemû komployan û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan em serî hildidin.”

(bx)

ANHA