Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Dêrikê şehîdên Reqa, Dêrazor û Şengalê hatin oxirkirin

DÊRIK – Şêniyên Dêrik û navçeya Girkê Legê û gundewarên wê, cenazeyên  sê şehîdên YPG û şehîdekî YBŞ`ê, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê, oxir kirin.DRK-MERESIME-4-SAHIDE ‫(193200641)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrik û navçeya Girkê Legê û gundewarên wê, cenazeyên şervanê YBŞ`ê Cengîz Dorak (Şervan Botan) ku li Şengalê şehîd bibû û şehîdên YPG`ê Orhan Temil (Bahoz Rojhilat), Elî Îbrahîm (Zagros Çilaxa) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn û Wedad Sarî (Şervan Amed) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Wetenî wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Hevserokên Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm û Hediye Yûsif, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo û şervanên YPG û YPJ`ê, beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan, bûn.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê  ve hate destpêkirin. Paşê, ji Fermandarên YPG`ê Mihedîn Xêrkî axivî û sersaxî ji malbat û hevreyên şehîdan re xwest û careke din soza şopandina rêya hevreyên xwe da.DRK-MERESIME-4-SAHIDE ‫(193200642)‬ ‫‬

Ji Fermandarên YBŞ`ê Tîrêj Şengal jî axivî û destnîşan kir ku temenê azadî giran e û di oxira rizgarkirina herêma xwe û jinên Êzidî de, her roj şehîdan didin.

Her wiha Mensûr El-Selûm jî axivî û got:”Bi şehadeta lehengên me, gelên herêmê bûn yek malbat. Tevî planên dewletên herîmî û bi piştgirya DAIŞ`ê da ku herêmên me dagir bikin, lê hêzên me nehîştin ku bighêjin armancên xwe”.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatên cangoriyan hate kirin.

Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyên her çar şehîdan li rex hevreyên xwe hatin oxirkirin.

(kc)

ANHA