Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li dijî avahiya HDP’ê ya Mersînê êrîşeke çekdarî

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP’ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin.

Şeva din di saet 02:00`an de êrîşeke çekdarî li avahiya HDP’ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin. Ji ber êrîşê xisara madî li avahiyê bû û gelek gule li pace û dîwarê avahiyê ketin.

Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Îlhamî Yûrtsever bi bîr xist ku polîtîkayên sorkirinê yên AKP’ê dibe sedema wê yekê ku civak li ber hev rabe û alozî rû bide. Yûrtsever diyar kir ku pêkhatina vê êrîşê beriya kongreya wan a navçeyê, cihê fikaran e.

Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Mehmet Kadra jî got, êrîş ji bo mirovan li hemberî hev rake hatiye kirin û destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî wê ti carî bi ser nekevin.