Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li du taxên Efrînê pirsgirêka ceneretoran hat çareserkirin

NÛRÎ UMER

EFRÎN – Ji bo rihetiya welatiyan û destekdayîna dikandaran, midûriyeta Enerjiyê li şûn ceneretorên ceryanê yên biçûk, ceneretorên mezin danîn.EFRIN-JI-BO-VEHASYA-MELET-EV-KAR-KIR ‫(1)‬ ‫‬

Welatiyên taxên Mehmûdiye û Eşrefiye yên bajarê Efrînê ji ber dengê ceneretorên ceyranê bi gazinin. Ji ber ku gelek ceneretorên biçûk ên dikanên bazirganiyê, kargehên dirûnê û xwaringehan, li kolanan hatine bicihkirin.

Ji bo rihetiya welatiyên herêmê û destekdayîna dikandanr û xwediyên kargeh û xwaringehan, midûriyeta Enerjiyê bi koordîneya bi Rêveberiya Herêmê ya Kantona Efrînê re dît ku çareseriya herî guncaw ji vê pirsgirêkê re ew e ku ceneretorên biçûk ên li ser herdû taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê bêne rakirin û ceneretorên mezin li şûna wan bêne danîn.EZIZ MIHEMED

Li ser vî esasî, Rêveberiya Herêmî û midûriyeta Enejiyê bi koordîneya bi Komînên Şehîd Mezlûm û Şehîd Mustefa yên van re, ceneretoreke mezin li taxa Mehmûdiyê danîn û 3 ceneretorên mezin jî li taxa Eşrefiyê danîn. Şaredariyê jî dikandar û xwediyên kargehan hişyar kirin ku ceneretorên biçûk rakin.

Welatiyên herêmê derbarê vê yekê de kêfxweşiya xwe anîn ziman ku û dane zanîn ku ew ji dengê ceneretoran xilas bûn. Her wiha spasiya Desteya Rêveberiya Herêmî û midûriyeta Enerjiyê kirin.

Heysem Mihemed

Welatiyê bi navê Heysem Mihemed ku kargeha wî heye, anî ziman ku dema ku ceneretora mezin hat danîn, karê wan baştir dimeşe.

Şêro Mustefa

Welatiyê bi navê Şêro Mustefa ku kargeha wî jî heye, destnîşan kir ku bi vî rengî alîkariya kargehan tê kirin û welatî ji dengê ceneretoran rihet dibin.

(mm)

ANHA