Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li DYA êrîş: Mirî û birîndar hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Las Vegas ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), kesekî yan jî çend kesan êrîş birin ser Gazînoya Mandalay Bay.

Li gorî nûçeya CNN’ê, ji ber êrîşê gelek kes mirin e, gelek jî birîndar bûne. Polîsan jî ragihandin, ku ew li êrîşkarekî yan jî çend êrîşkaran digerin.

Şahidên bûyerê gotin, êrîş li Gazînoya Mandalay Bayê rû daye. Dor li gazînoyê hatiye girtin û tê gotin, gelek kes ji vê derê rakirine nexweşaneyê.

(kc)