Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li DYA’yê êrîşeke din: 3 kes mirin, 2 kes birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYA – Li DYA’yê li nêzî Zanîngeha Kansasê ya li Kansasê êrîşek hate kirin. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li DYA’yê di êrîşa çekdarî de ya li nêzî Zanîngeha Kansasê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Emniyetê diyar kir ku nêzî 20 gule hatine berdan.

Berdevkê Zanîngehê jî diyar kir ku di nav kesan de yên ku jiyana xwe ji dest dane, xwendekar tune.

Polîsan diyar kirin ku yên birîndar rewşa wan baş e.

Îro vê sibehê jî, di êrîşa çekdarî ya li dijî Festîvala Muzîkê ya Roûte 91’ê ya li Las Vegasê ya DYA’yê de tê gotin ku herî kêm 20 kes mirine û ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûne.

(kc)