Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efînê konsêrta vejandina stranên folklorîk

EFRÎN –  Navenda  Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc a kantona Efrînê ji bo vejandina stranên folklorîk bi beşdarbûna hejmareke dengbêjan konsêrtek li dar xistin.EFRIN-CAND-HUNER-1

Konsêrt bi diûrşmeya “Kevneşopiya me jiyana me ye” li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Effrînê hate lidarxistin. Di çarçoveya konsêrtê de rêzeçalakiyên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin. Hejmareke dengbêjên herêmê û endamên Koma Çiyayê Kurmênc beşdarî konsêrtê bûn.

Her wiha bi dehan şêniyên kantonê amade bûn.

Konsêrt bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê dengbêj Elî Dawûd û Xedica Hesen daketin ser dike û stranên folklorîk ên kurdî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de, xelekên govendê li gel awazê zirnê hatin gerandin.

(bb)

ANHA