Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrîn foca duyemîn hat avakirin

EFRÎN- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) focê duyemîn ava kirin û 235 şervan ji pêkhateya ereb û kurd tevlî bûn.

Dewreya perwerde ya Şehîd Şiyar Efrîn ku 235 şervan tevlî bibûn du mehan berdewam kir bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de fermandar û şervanên YPJ/YPG`ê amade bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Fermandarê YPG`ê Masûm Rodî di merasîmê de axivî û avakirina focê li şervanên ku dewreya xwe ya perwerde bi dawî kirin, pîroz kir.

Rodî di berdewamiya gotinên xwe balkişand ser erka YPG`ê û ev tişt got:ʺ Erka YPG`ê parastina herêmê ye û her şervanekî soz daye hevalên xwe yên şehîd ku heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê, têbikoşin.ʺ

Di berdewamiya merasîmê de endamê Fermandariya Giştî ya YPG`ê Mehmûd Berxwedan jî axivî. Berxwedan di nava gotinên xwe de anî ziman ku êrîş li ser herêmê dijwar e û divê hemû ciwanên herêmê xwe di ber parastina herêma xwe berpirsyar bibînin.

Piştî ku axavtin bi dawî bûn şervanên ku tevlî dewreya perwerde bûne soza xwe dan û merasîm bi dawî bû.

(np)

ANHA

2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (1) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (3) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (4) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (5)  2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (10) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (14) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (16) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (18) 2017-4-20-EFR-AVAKIRINA-FUCA-DUYEMIN-LI-EFRIN (20)