Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê 4 cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Dîmen

EFRÎN – Bi sedan şêniyên kantona Efrînê 4 şervanên YPG`ê di salvegera 3`yemîn a şehadeta wan de li Goristana Şehîd Refîq a gundê Matîna bi bîr anîn.EFRIN-BIRANYNE Ş (6)

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê, nûnerênê saziyên civaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk, şervanên YPJ/YPG, malbatên şehîdan û Kongreya Star  tevlî merasîma  bîranîna şehîd Izet Kor Ebdo (Izet), Henan Mihemed Reşîd (Heybet), Omer Wehîd Mursil (Omer) û Hesen Mihemed Setim (Zinar), bûn.

Merasîma bîranîna şehîdan bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Şera Ednan Sîmo wiha axivî “Em ê tola şehîdên xwe rakin. Em tekez dikin ku em ê li hember êrîşên çeteyan bisekinin û herêmê rizgar bikin. Bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdên me herêm hate rizgarkirin û gelê me bi ewle dijî. Em ê tekoşîna xwe li hember hemû hêzên dagirker û çeteyên DAIŞ`ê bidomînin.”

Sîmo di axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan, parastina gelê herêmê, pêkanîna jiyana hevbeş û biratiya gelan, da.

Yek ji fermandarên YPG`ê Rêzan Ehmed jî  axivî û destnîşan kir ku pêwîste gel tekoşîn û rêxistina xwe di hemû aliyan de xurt bike û tevlî parastina herêmên Rojava, bibin.

Her wiha bavê şehîd Zinar, Mihemed Setim axivî û got ku ew bi şehadeta kurê xwe ser bilinde û soza şopandina riya şehîdan heta azadiya hemû gelê herêmê da.

Merasîma bîranînê bi serdana gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Refîq bidawî bû.

(bx/kc)

ANHA