Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê agirê Newrozê gur bû

EFRÎN – Li bajarê Efrînê û navçeyên Bilbilê û Şêrawa, çalakiyên pîrozbahiya cejna Newrozê hatin lidarxistin.

Bajarê Efrînê

Xwenderkarên Demokratîk ên Kantona Efrînê bi boneya cenja Newrozê, meş li dar xistin. Meş di bin dirûşmeya ″Xwendekarên Şoreşger Newroza 2017′an pîroz dikin″ de hat lidarxistin.

Meş ji stada 19′ê tîrmehê  ya bajarê Efrînê bi beşdariya bi sedan mamoste û şêniyên bajêr, dest pê kir. meşvanan wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ″Federaliya Demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye″ û ″Bimire îxanet″, hildabûn.EFRIN-SAHI-JI-B0-NEWROZ3

Meşvan di kolana giştî ya navenda Kantonê ber bi çerxerêya Newroz ve meşiyan û dirûşmeyên ″Bê serok jiyan nabe″, ″Dê ciwan bi ser bikevin″, ″Bijî berxwedana Şengalê″ û ″Bijî berxwedana Îmraliyê″, berz kirin.

Meş li pêşiya navenda gumrigê ya Efrînê rawestiya. Piştre Hevserokê Kombûna Xwendekarên Demokratîk Harûn Diyar girîngiya Newrozê vegot û got ku ciwan bingeha avakirina civakeke azad û demokratîk in.

Piştre meş ber bi parka Efrînê ya li gundê Mehmûdiyê ve, herikî. Li parkê koma Şehîd Seydo ya girêdayî Kombûna Xwendekaran dîlan pêşkêş kirin.

Meş bi gerandina govendê bi dawî bû.

Bilbilê

Di heman çarçoveyê de, li navçeya Bilbilê jî TEV-DEM′ê şahiyek organîze kir, her  wiha navçe  bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.

Di şahiyê de, Endamên saziyên sivîl, HPC′, TEV-DEM′ê, PYD′ê û Kongreya Star, amade bûn.BILBILE4

Komîteya Amadekar a çalalkiyên Newrozê jî, navçe bi rengên kesk, sor û ser  xemiland.

Şahî bi gerandina dîlana Efrînî li ser dengê def û zirneyê, bi dawî bû.

Şêrawa

Li navçeya Şêrawa jî şahiya pîrozbahiya Newrozê li dibistana gundê Kîmar ê girêdayî navçeyê, hat lidarxistin.

Di şahiyê de, Endamên TEV-DEM′ê, Kongreya Star, PYD′ê, YCR′ê û şervanên YPG/YPJ′ê, amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li axaftina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê wateya Newrozê de, hat guhdarkirin.

Her wiha Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ Qelender Efrîn axivî, cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê pîroz kir û ev roj wekî roja azadiya gelên bindest bi nav kir.

Piştre jî agirê Newrozê hat pêxistin û koma Şehîd Diyar a stran û dîlanê, hunerên xwe pêşkêş kirin.

(mm)

ANHA