Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê cejna Çarşema Sor bi coş hat pîrozkirin

Dîmen

EFRÎN – Êzidiyên Kantona Efrînê cejna Çarşema Sor bi coşeke mezin pîroz kirin û dane zanîn ku berxwedana gelê Êzidî bi rêxistinê û girêdana nasnameyê, bi ser dikeve.EFR-CINDIRSE-SAHI-JI-BO-CARSEME-SOR1 ‫(271712769)‬ ‫‬

Bi sedan Êzidiyên Kantona Efrînê li gundê Feqîra yê navçeya Cindirêsê, şahiya pîrozbahiya cejna Çarşema Sor, li dar xistin. Di şahiyê de, Hevseroka PYD′ê Asya Abdullah, Seroka Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cefer, nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD′ê, Kongreya Star û TEV-DEM′ê, amade bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka PYD′ê Asya Abdullah, Hevserokê Yekîtiya Êzidiyan a Kantonê Ebdulrehman Şamo û cîgirê Yekîtiya Kar û Barên Olî Feysel Hebeş, axivîn.ASIYA EBDULAH

Axaftvanan cejna Çarşema Sor li tevahî gelê Êzidî pîroz kirin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya hemû olan li hember siyasetên qirkirinê, domandina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha dane zanîn ku berxwedana gelê Êzidî bi rêxistinê û girêdana nasnameyê, bi ser dikeve.

Piştre jî, komîn stran û dîlanê hunerên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(mm)

ANHA