Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê dewreya 11`an ya Erkaxweparastin bidawî bû

EFRÎN –Li Akademiya şehîd Îzet dewreya erka Xweparastin ya 11`an a 800 şervanan bi merasîmekê bi dawî bû.EFRIN-MEBATA-QEPANESE-YE-DEWRAYA-LESKAREA (5)

Dewreya perewrdê 54 rojan berdewam kir. Di dewreyê de şervanan dersên leşkerî û her wiha dersên birdozî û siyasî li ser Netewa Demokratîk û Dîroka Rojava, dîtin.

Merasîmê bidawî kirina dewreyê bi beşdariya Desteya Parastinê, Fermandariya Erkan, Rêveberiya Giştî ya Erkaxweparastin, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Fermandarên YPJ/YPG`ê, Endama Desteya Rêveber ya Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyê Rohat Arif, hate lidarxisti.

Merasîmê bidawî kirina dewreya bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve destpê kir, paşê şervanan soza parastina xaka xwe li hember hemû êrîşan dan.EFRIN-MEBATA-QEPANESE-YE-DEWRAYA-LESKAREA (8)

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo axivî û şervan pîroz kir.

Ebdo di axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Kurd û Ereb kir ku tevlî Erkaxweparastin bibin û diyar kir ku ji bo jiyanek hevbeş pêwîste hemû pêkhateyên herêmê bi hevre bibin yek û parastina herêmên xwe bikin.

Merasîmê bidawî kirina dewreyê bi xelekên dîlanan bidawî bû.

(bx)

ANHA