Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê dewreyek dîlanên filklorî bidawî bû

EFRÎN – Akademîya Çand û Hunerê ya Şehîd Şakir dewreya dîlanên filklorî bi dawî kir.EFRIN-DAWIKIRNA-DEWREYA-CAN-U-HENER ‫(193790470)‬ ‫‬

Akadem Şehîd Şakir a Çand û Hûner ya Kantona Efrînê dewreyek dîlanên foloklorî bi navê Şehîd Perwîn da di 26ʹê meha derbasbûyî de da destpêkirin. 30 ciwan di dewreyê de hatin perwedekirin.

Di dewreya ku 12 rojan dom kir de dersên li ser çand û huner, her wihya li ser hunera dîlan û dîroka wê hate dayîn.

Şehîd Perwîn a ku dewre bi navê wê hatiye vekirin, Endama Koma Amed a dîlanên foloklorî ya bajarê Helebê bû û di sala 1998ʹan li ser çiyayê Kurdistanê şehîd bû. Dewre bi şahiyekê bi dawî bû. Şahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyên bajar li navenda Çand û Hunerê ya Kantonê hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê endama Rêveber  a Perwedeyê Mizgîn Çolaq axivî û bixêrhatina beşdaran kir û dewre li hemû beşdaran pîroz kir.EFRIN-DAWIKIRNA-DEWREYA-CAN-U-HENER ‫(193790468)‬ ‫‬

Di şahiyê de her wiha Endamê Rêveberê ê Navenda Çand û Hûner Delîl Mîrsaz axivî û bang li welatiyan kir ku zarokên xwe bişînin dewreyên perwedeya dîlanan û xebatên din ên çand û hunerê.

Di berdewama şahiyê de dîlanên herêmî hatin pêşkêşkirin, her wiha zarokê bi navê Sikrîxelo dîlanek pêşkêş kir.

Şahî bi dîlanan bi dawî bû.

(bx)

ANHA