Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê Festîvala 25’ê Mijdarê

EFRÎN – Sazî û rêxistinên jinên kantoana Efrînê li ser têkokşîna jin a li hemberî tundiyê, festîvalek lidar xist.EFRIN-MERACANA-JIN-JI-BO-ROJA-SIDETE-LI-SER-JIN-5

Komîteya Amadekar a Çalakiyên Roja Cîhanê ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê ya Kantona Efrînê bi durişemaya “Bila şoreşa me bibe destpêka bidawîkirina tundiyê” festîvalek organîze kir.

Di festîvala ku rêveberên saziyên civakî, rêxistinên jinan û kesayetên serbixwe beşdar bibûn de bi sernavê “Bila şoreşa me bibe destpêka bidawîkirina tundiyê” seneviziyonek hat pêşandan. Ev seneviziyon hemû cuyerên tundiya ku li ser jinê têne meşandin vedibêje.

Endama Kordînasyona Rêxistina Yekîtiya Star Ayşe Xezne, Rêvebera Rêxistina Têkoşîna li Hemberî Tundiyê (Sara) Gulîsatan Arif, Hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Daliya Henan, Seroka Desteya Jinê Fatîma Lekto, Rêvebera Weqfeya Jina Azad a Rojava Şaxê Efrînê Zozan Bîlal, Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fedîla Mihemed, li ser navê pêkhateya ereb Rîm Qorim, Rêvebera Desteya Jin a Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba Amîna Xidro, Rêvebera Desteya Karûbarên Olî Bêrîvan Şûkrî Seyîd, Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyê ” Yekîtî” Fîdan Ebdullah, Rêvebera Hêzên Parastina Civakî Xatûn Sultan, Seroka Desteya Çandê Şêraz Hemo û Hevseroka Komeleya Êzidî Gulê Cafer axivîn.EFRIN-MERACANA-JIN-JI-BO-ROJA-SIDETE-LI-SER-JIN-3

Di axaftinan de banga bilinkirina asta têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê hat kirin û hate gotin ku divê jin hemû hewldanên xwe bike ku dawiyê li koletiyê bîne.

Di van axaftinan de bang li dewletên navnetewî hate kirin ku di avakirina civakeke exlaqî de piştgiriyê bidin jinan.EFRIN-MERACANA-JIN-JI-BO-ROJA-SIDETE-LI-SER-JIN-4

Axaftivanan bal kişandin ser şoreşa jînê û gotin:” Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, berhema azadî û misogeriya edaleta li hemberî pergala baviksalariyê ya ku ji beriya 5 hezar sal destpê kiriye ye.”

Piştî axaftinan Koma Şano ya Şehîd Yekta  derbarê têkoşîna jinê li hemberî sîsetma desthilatdar şanoyek pêşan da.

Festîval bi durişmeya “Jin, jiyan, azadî” bidawî bû.

(bb/he)

ANHA