Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê kampaya ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’

EFRÎN – Li seranserî herêm û navçeyên Kantona Efrînê bi durişmeya “Azadiya Ocalan azadiya gelan e” kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê dike û gelek çalakî tên lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Kampanya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kantona Efrînê daxuyaniyek derbarê kampanyayê de da raya giştî.

Di daxuyaniya Komîteya Amadekar de wiha hate gotin: “Ev 16 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ye, ev yek têra dewleta Tirk nekir, vê dawiyê jî tecrîd daniye ser.

Rêberê Gelê Kurd li hemberî hemû komployên Îmraliyê ku li ser hatin meşandin li ber xwe da û heta niha li ber xwe dide. Ev 5 meh in ev tecrîd didome. Gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji bo çarserkirina pirsgirêk û dozên xwe ramanên Rêber APO wekî bingeha çareseriyê digrin dest. Li ser vê bingehê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dibînin ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser wan e.

Wekî Komîteya Amadekar a Kampanya Azadiya Ocalan a Kantona Efrînê bi durişmeya “Azadiya Ocalan azadiya gelan e” em li kantonê dest bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanya de ne, dikin.

Di çarçoveya kampanyayê de wê çalakiyên wekî sînevizyon werin pêşkêşkirin, li perspektîfên Ocalan were guhdarkirin, meş û çalakiyên protosoyî werin lidar xistin û daxuyanî werin dayîn.

Ji bo van çalakiyan jî em ê li navçeyên kantonê jî komîteyên ku karûbarên kampanyayê birêve bibin, ava bikin.”

Komîteya Amadekar hê dema destpêkirina çalakiyan diyar nekiriye.

(he)

ANHA