Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê kertên hilbijartinên şaredariyan hatin belav kirin

EFRÎN – Komîteya Amadekar a hilbijartinên hevserokatiya şaredariyên kantona Efrînê dest bi  belavkirina kertên hilbijartên  li welatiyan kir.Komîteyê 19 hezar kertên hilbijartinê li Navçeya Cindirîsê belav kir.

Bi nêzîkbûna dema li darxistina hilbijartinên şaredariyên gel ên Kantona Efrînê yên ku tê payîn ku dê di 10 îlona 2015’an de bîne li darxistin re, namzetên hilbijartinê dest bi organîzekirina hemleyên piropogandayên xwe kirin. Her wiha Komîteya Amadekar a Hilbijartinan jî dest bi belavkirina kertên hilbijartinên li welatiyan hemû navçeyan kir.

Derbarê vê yekê de Komîteya Amadekar bi hevkariya komînan li navçeya Cindirêsê  bi riya avakirina gurûpên belavkirinê li tax û gundan 19 hezar kertên hilbijartinê li welatiyan balav kir. Her wiha komîteyê 8 hezar belevokên daliqandinê jî balav kir.

Komîteyê bi hevkariya Komînan li navçeya Cindirêsê 19 hezar kert belav kir her wiha 8 hezar belavok daliqandin.

Li navçeya Cindirêsê  û gundên wê  dê 40 sindoqên dengdayînê  werin dayîn û wê   4 jî li pêşiya Mala Gel bêne danîn . Wê endamên Saziya Zimanê Kurdî çavdêriyê li ser navendên hilbijartinê bikin.

Licihên ku wê hilbijartin were li dar xistin, wê alên TEV-DEM‘ê û  wêneyên namzetan li wir werin dalqandin.

(bb/xê)

ANHA

2015-9-6-EFRIN-CINDIESE-BELAVIKRINA-19000-KERTEN-DENGDAYINE ‫(225738167)‬ ‫‬ 2015-9-6-EFRIN-CINDIESE-BELAVIKRINA-19000-KERTEN-DENGDAYINE ‫(225738165)‬ ‫‬ 2015-9-6-EFRIN-CINDIESE-BELAVIKRINA-19000-KERTEN-DENGDAYINE ‫(1)‬ ‫‬