Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê navendên hilbijartinan hatin diyarkirin

ARIF SILÊMAN

EFRÎN – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê hejmara navendên hilbijartinan, sendoq û endamên komîteyên birêvebirina hilbijartinan diyar kir.

Hilbijartinên Meclîsên Rêveberiyên Herêmî tê payîn ku 1’ê kanûna 2017’an werin lidarixstin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê di vê çarçoveyê de amadekiyên xwe bêyî navber didomîne û li gund û navçeyan navendên hilbijartinan hazir dike.

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Efrînê Nesrîn Ibêd destnîşan kir ku wan navendên hilbijartinan diyar kirine û ji bo dengdayîn li ser sendoqan jî makanîzmeyeke kar daniye.

Nesrîn da zanîn ku wê li her navendeke hilbijartinan 2 an jî 3 sendoq werin danîn, û mamosteyên dibistanan ku cihê xwe di komîteyên hilbijartinan digrin, wê li ser bisekinin.

Hejmara navendên hilbijartinan, sedoq û endamên komîteyan wiha ye:

Bajarê Efrînê: 26 navend, 86 sendoq û 301 endam

Navçeya Şêrawa: 20 navend, 56 sendoq û 171 endam

Navçeya Mabeta: 25 navend, 64 sendoq û 189 endam

Navçeya Şera: 18 navend, 41 sendoq û 131 endam

Navçeya Meydankê: 7 navend, 14 sendoq û 46 endam

Herêma Raco: 21 navend, 46 sendoq û 151 endam

Navçeya Meydana: 6 navend, 12 sendoq û 42 endam

Navçeya Badîna: 11 navend, 22 sendoq û 77 endam

Navçeya Bilbilê: 18 navend, 43 sendoq û 133 endam

Herêma Cindirêsê: 25 navend, 81 sendoq û 246 endam

Navçeya Şiyê: 9 navend, 18 sendoq û 63 endam

(he)

ANHA