Têkilî | Derheqê me de

Li Efrînê şahiya Rêveberiya Xweser tê lidarxistin

ARIF SILÊMAN

EFRÎN – Komîteya Amadekar a çalakiyên salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, bi durişmeya “Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî” şahiyekê organîze dike.REMZI-ŞÊXMÛS

Bi boneya duyemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, tê payîn ku şahiyeke mezin li bajarê Efrînê bête lidarxistin. Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Amadekar Remzî Şêxmûs ku di heman demê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber e diyar kir ku şahî dê di bin durişmeya “Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî” de were lidarxistin.

Şêxmûs destnîşan kir ku komîteya wan ji 4 endaman pêk tê û niha cihê şahiyê û kolanên Efrînê bi al û sembolên kurdî dixemilîne û wiha got: “Şahî dê di 29’ê çileya 2016’an de were lidarxistin. Me ji bo beşdarbûna şahiyê jî hemû sazî û rêxistinên herêmê vexwendine.”EFRIN-HAZIRTIYE-JI-BO-SALVEGERA-REVEBERIYE-4

Şêxmûs di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şahî dê bi merasîmekê dest pê bike û piştre jî ji bo axaftinan rêveberên kantonê û mêvanên ji pêkhateyên Ereb dê bêne vexwendin. Her wiha di bernameya şahiyê de gelek dîmenên dîlana folklorî û stranên şoreşgerî dê bêne pêşandan.

Şêxmûs got ku ji bo ewlehiya şahiyê wan alîkariya hêzên asayîşê xwestiye. Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku bi coş beşdarî şahiyê bibin û layiqî xwîna şehîdan bin.

(jh)

ANHA

EFRIN-HAZIRTIYE-JI-BO-SALVEGERA-REVEBERIYE-1 EFRIN-HAZIRTIYE-JI-BO-SALVEGERA-REVEBERIYE-3