Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê şaxekî din ê navenda çand û hunerê vebû

EFRÎN – Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê şaxekî xwe li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê vekir.EFRIN-VEKIRINA-NAVENDA-CAND U HUNER-LI-TAXA-ESREFIYE ‫(164430340)‬ ‫‬

Bi zêdebûna hejmara şagirtên taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê li navneda çand û hunerê, navendê şaxekî xwe li taxê bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc” vekir û tê de dê perwerdeyên govend, muzîk, stran û fêrbûna amûran bê dayîn.

Navend bi merasîmekê hat vekirin û tê de endam û rêveberên saziyên sivîl û şagirt amade bûn. Li wir Hevseroka Navenda Çand û Hunerê Şîraz Hemo axivî û bal kişand ser girîngiya fêrbûna çanda kurdî û da zanîn ku şoreşa rojava bi şoreşa çandî destpê kir.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Navenda taxa Eşrefiyê Ferîd Seror  da zanîn ku hemû serkeftî bi saya ramana Ocalan pêk tên.

Her wiha Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxa Eşrefiyê Emîne Osman da zanîn ku pêwîste hemû beşdarvan enerjiya xwe di bin xizmeta gelê herêmê kin.

Paşê navend ji aliyê ve hat vekirin.

Merasîm bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(nse)

ANHA