Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Efrînê zagonên hilbijartinan û rêvebirina herêman hatin şîrovekirin

EFRÎN – Desteya Rêveber a Meclîsa Federal zagona hilbijartinan û rêvebirina herêman ji Endadmên saziyên Kantona Efrînê re, şîove kir.FRIN-CIVIN-JI-BO-SIROVEKIRINA-FEDRALIYE ‫(142213634)‬ ‫‬

Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyê bi Endam û Hevserokên saziyên Kantona Efrînê re civiya. Civîn bi armanca şîrovekirina zagona hilbijartinan û rêvebirina herêman bi beşdariya nûnerên Meclîsên Rêveber û Zagonsaz, TEV-DEM′ê, Kongreya Star û komîseriya bilind a hilbijartinan, li navenda Şehîd Rûken hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Federal Rîm Qermo belgeya zagona rêvebirina herêman xwend. Hevserokê komîseriya bilind a hilbijartinan Pêşvan Murad jî belgeya zagona hilibijartinan xwend.

Li ser herdû zagonan nîqaş hat kirin û derbarê pirsên wekî ″Çima 3 navçe girêdayî herêma Raco ne û tenê navçeyek girêdayî herêma Cindirêsê ye?, Çima navçeya Mabeta girêdayî herêma Raco ye?, Çima navendên herêmên Federal nehatin diyarkirin?, wê rewşa Minbicê çawa be? hatin kirin.FRIN-CIVIN-JI-BO-SIROVEKIRINA-FEDRALIYE ‫(142213633)‬ ‫‬

Endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Federal Rohilat Arif û Rîm Qermo bersiva pirsan da nû wiha gotin: ″Rêvebirina herêman bi awayekî domdirêj hat nîqaşkirin. Herêm li gorî cihê xwe û pêdiviya welatiyan hatin parvekirin. Her herêmeke Federal dikare di demên pêş de navenda xwe diyar bike. Gelê Minbicê biryarê didin ku wê tevlî Federaliyê bibin an na. Her navendeke navçeyê vediguhere bajar, mînak navenda navçeya Raco veguherî bajarê Raco û navenda navçeya Cindirêsê veguherî bajarê Cindirêsê.

Derbarê zagona hilbijartinan jî, pirsên wekî ″Hin welatiyên Kantona Efrînê nasnameyên wan li ser herêmên wekî Heleb û Ezazê hatine tomarkirin, wê rewşa wan çawa be?, dê şêniyên taxa Şêxmeqsûd bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin?, Gelo hêzên leşkerî jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin?, hatin kirin.BESIVAN MURAD

Hevserokê komîseriya bilind a hilbijartinan Pêşvan Murad jî ev bersiva van pirsan da û wiha got: ″Hemû welatiyên ku nasnameyên wan li ser herêmên Bakurê Sûriyê hatine hilbijartin, dikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Her wiha welatiyên ku nasnameyên li ser Efrînê û herêmên Şahbayê hatine tomarkirin û temenên wan jor 18 salî re ye jî, dikare beşdarî hilbijartinan bibe.″

Di dawiya civînê de Hevserokên Meclîsa Zagonsaz ên Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd û Mihemed Seîd dane zanîn ku dê ″hilbijartinên Komînan  di 22′yê Tebaxa sala 2017′an de, hilbijartinên Meclîs, bajarok, navçe, herêm (eyalet) û Kantonan di 3′yê meha Mijdara sala 2017′an de, hilbiratinên Meclîsên gelan ên herêmên Federal û Kongreya Gelan jî di 19′ê meha Çileya sala 2018′an de″ bêne lidarxistin.

Dê desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê bi armanca şîrovekirina zagonên rêvebirina herêman û hilbijartinan, civînên bi vî awayekî li gelek herêmên Kantonê li dar bixe.

(mm)

ANHA