Têkilî | Derheqê me de

Li eniya gundewarên Helebê şer giran e

HELEB – Şerê li gundewarên Helebê bi giranî didome.  Hêzên rêjîmê hewl dide li ser hesabê komên çete herêma din bin serweriya xwe de  berfireh bike.

Hêzên rêjîmê ku hewl dide  li derdora bajarokên Nubul û Zehra hewl dide pêş bikeve, di navbera wan û komên çete de şer derket.

Hêzên rêjîma Sûriya bi çekên giran, gundê Yaqid El-Edes ê gundewarê bakurê Helebê topbaran kir, li gorî agahiyên ku hatin bidestxisitn, welatiyeke jiyana xwe ji dest da û yek din jî birîndar bû. Her wiha hejmareke ji avahiyên welatiyan hatin rûxandin.

Topbarana hêzên rêjîmê yên li dijî bargehên komên çete li bajaroka Heyan berdewam e.

Hêzên rêjîmê li derdora Bihûs Ilmiyê yê rojavayê Helebê hewl da pêş bikeve, komên çete hewldana wan şikandin û di navbera herdu aliyan de şer rû da. Ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Li gorî çavdêran, êrîşên çeteyên girêdayî Tirkiyê yên bê navber wekî bersivekî li hember rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ye ku rê li ber dagirkirina gundewarê Babê qutkiriye.

Li aliyekî din çavkaniyan herêmê tekez kirin ku artêşa Tirk çek û cebilxane ji çeteyên xwe yên gundewarên bakur û rojavayê Helebê re şand da ku êrîşî gundewarê Helebê bikin.

Rojnameya Yenî Şefeq a nêzî hikûmeta AKP‘ê di nûçeyeke xwe de ragihand ku hêzên Tirkiyê li hêviya ferman şer in ku piştî refernduma 16‘ê Nîsanê operasyonan li dijî Sûriya û Iraqê pêk bînin.

Balafirên şer ên Rûsiya û Sûriya hîn jî li ser esmanê gundewarê Helebê bi taybet rojava û bakurê difirin û wargehên çeteyên girêdayî Tirkiyê bomebebaran dikin.

(bb)

ANHA