Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Erebîstana Siûdî êrîş, leşkerek mir

NAVENAD NÛÇEYAN – Li bajarê Katîf ê Erebîstana Siûdî, li hemberî wesayiteke leşkerî ya li dewriyê digeriya êrîş hate kirin. Di encamê de leşkerek mir, 6 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebîstana Siûdî (SPA), bi roketan êrîş li wesayiteke leşkerî ya li taxa El-Mesûra digeriya, hate kirin. Di vê êrîşê de leşkerek mir, 6 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin.

Ev bû cara 6’an ku li bajarê Katîfê di nava mehekê de êrîş tên kirin.

(kc)