Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Eyn Îsa demsala çandiniyê destpê kir

EYN ÎSA – Li navçeya Eyn Îsa ji bo ku cotkar dest bi çandiyê bikin tov ji komîteya çandiniyê wergirtin. Cotkaran xwestin ku seman û mazot derneg neyê belavkirin.MIHUD-300x169

Cotkarên navçeya Eyn Îsa ku tov ji komîteya çandiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û Meclîsa Eyn Îsa, wergirtin, dest bi çandiniyê kirin.

Çavkaniya sereke ya aboriya şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê, çandiniya ceh û gemin e, her wiha xwedîkirina sewalan e.

CorkarHer sal beriya demsala zivistanê dest bi cotkirina zeviyên xwe dikin.

cotkar mazotê dixwazin

Ji ber ku cotkar zehmetiyê di peyda kirina mazotê dibînin, komîteya çandiniyê soz da ku wê di nava çend rojan de mazotê li wan belav bike.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Mehmûd Îbrahîm got ku ew kêfxweşin ku vegeriyan herêmên xwe û dest bi çandiniyê kirine. Her wiha Mehmûd got ku xwesteka wan bi mazotê heye.

(bx)

ANHA