Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Eyn Îsa tevger di asta herî jor de ye

EHMED EL-KEMYAN

GIRÊ SPÎ – Bazara Eyn Îsa ev bêtirî 30 sal in hatiye avakirin û piştî 6 salên koçberiyê niha meqseda bi sedan welatiyên gundên derdora Eyn Îsa ye û pêdiviyên xwe jê werdigirin. Di vê bazarê de dukanên cûda hene û tevgera bazarê ya niha di asta herî jor de ye.EYNISA-BAZARA-EYNISA (8)

Bazara Eyn Îsa li aliyê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Feratê li rex riya sereke ya di navbera herdu bajarên Heleb û Hesekê de hatiye avakirin. Ango li ser riya girêdana rojhilat bi rojavayê Sûriyeyê ve ye û vê yekê hişt ku cihê wê stratejîk be.

Rojane bi sedan welatiyên gundewarê Reqayê û bi taybet gundên derdora navçeya Eyn Îsa serdana vê bazarê dikin, her wiha weke rawestgeheke rêwiyan e û di navenda herêmên Feratê de ye.EYNISA-BAZARA-EYNISA (7)

Çavdêriya bazarê jî ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ya Şaredariya Gel ve tê kirin da ku bazirgan bi buhayên bazarê û pêdiviyan nelîzin.

Bazar di dema borî û niha de

Bazara Eyn Îsa di sala 1981’an de hate avakirin, di wê demê de li bajarok tenê dukanek hebû û welatiyan welatiyan di roja Înê de bazareke xwe lidardixistin û pêdiviyên xwe jê werdigirtin.

Di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de tevgera di bazarê de sar bû û tenê çend dukan têde hebûn, di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de jî gelek ji van dukanan ji ber xiraca çeteyan li ser dukandaran ferz dikirin, hatin girtin û nêzî 6 salan hate rawestandin.EYNISA-BAZARA-EYNISA (4)

Piştî ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê li ser daxwaza welatiyan herêmê rizgar kirin, tevgera di bazara Eyn Îsa de ji Nîsana 2017’an ve di asta herî jor de ye, bi taybet piştî ku welatiyên herêmê vegeriyan malên xwe û di encamê de hejmara dukanan di bazarê de zêde bû.

Di bazarê de nêzî 350 dukan hatine vekirin û ji van dukanan 110 dukan girêdayî Şaredariya Gel a naveçeya Eyn Îsa ne û têde pêdiviyên cûda yên weke madeyên xwarinê, cilûbergan, dermanên çandiniyê, pêdiviyên malan û amûrên elketronîk, alavên çandiniyê û gelek tiştên din tên firotin.EYNISA-BAZARA-EYNISA (6)

Welatiyên bi navên Mihemed Bozan û Xalid Dawûd ku xwediyên du dukanên di bazarê de ne diyar kirin ku ev 6 sal in bazar hatibû rawestandin û niha piştî ku welatiyên herêmê vegeriyan tevgera di bazarê de gelekî baş bûye û hemû welatiyên gundên derdorê pêdiviyên xwe ji vê bazarê werdigirin û wiha gotin: “Vejandina bazarê bi saya fedekariya şervanên YPG’ê û YPJ’ê bû ku welatiyên herêmê ji trajîdiya ku li ser destên çeteyên DAIŞ’ê jiyan dikirin xilas kirin.

(jh)

ANHA