Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Filistînê 19 kes birîndar bûn

XEZA – Li Kampa El-Dihêşa ku dikeve başûrê bajarê Beyt Lehim ê Filistînê 19 ciwanên Filistînê birîndar bûn. Di heman demê de balafirên Îsraîlê li dijî bajarê Refeh êrîşên hewayî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyan, hêzên Îsraîlê girtin ser Kampa El-Hihêşa û di navbera wan û ciwanan de şer derket. Di encamê de 19 ciwanên Filistînê birîndar bûn û ciwanê bi navê Mialî Îsa hate girtin.

Nûçegîhanê ajansa ANHA’yê ji bajarê Xeza ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê şevê din li dijî bajarê Refeh ê li başûrê Xezayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Derbarê ziyan û encamên bombebaranê de tu agahî nehatine bidestxistin.

(rr)

ANHA