Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Filistînê hejmarek ciwan birîndar bûn

XEZA – Li kampa Dihêşa ya dikeve başûrê Beyt Lehim şer derket, di encamê de hejmarek ciwanên Filistînî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji ajansa me re ragihand ku hêzên Îsraîlê îro di saetên sibehê de derbasî kampa Hihêşa ya dikeve herêma Beyt Lehim a Difa El-Xerbiye bûn. Di encama şerê ku li kampê di navbera ciwanên Filistînî û hêzên Îsraîlê de qewimî, 4 ciwanên Filistînî birîndar bûn.

Duh di saetên nîvê şevê de, balafirên şer ên Îsraîlê parêzgeha Refeh a dikeve başûrê herêma Xezayê bombebaran kirin.

(mm)

ANHA