Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Filistînê şer: Ciwanek hate kuştin

XEZA – Li Difa Rojava a Filistînê di navbera Ciwanên Filistînî û hêzên Îsraîlê de şer derket. Di encamê de ciwanekî filistînî hate kuştin û yek hate girtin.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê me yê Filistînê bidest xistine, Ciwanên Filistînî li nêzî gundê El-Nebî Salih a rojavayê bajarê Ramela gule li dewriyek Artêşa Îsraîlê de reşandin. Di encamkê de şerê çekdarî di navbera ciwanan û leşkerên Filistînê de derket.

Di encama  şer de ciwanekî filistînî hate kuştin û yek hate girtin.

 (bx)

ANHA