Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gelek bajarên Sûriyê şer didome

HELEB – Şerê di navbera komên çekdar û hêzên rejîma Sûriyê de, li gelek  bajarê Sûriyê didome. Li Deraa ku agirbest lê hatibû raghandin, ji  topbaran ji her du aliyan de têk çû û di encamê de sivîl bûn qurbanî.

Li taxa  Cober a Şamê, li derdora bajarê Dûma û derdora bajarê Irbên a li Xuta Şerqiyê, di navbera komên çekdar û hêzên rejîma Sûriyê de, şer derket. Çeteyên Ceyş Islam jî êrîşe bargehên hêzên rejîma Sûriyê li Xuta Şerqiyê, kir.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, hêzên rejîma Sûriyê amadekiriya operasyona leşkeriyê dike ku, komên çekdar li rojhilatê paytextê derxîne. Rejîm vê yekê jî bi rêya pêşveçûyîna li taxas Cober dike, hewl  dide herêma serweriya xwe berfireh bike.

Ji aliyekî din ve jî di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ`ê de li bejahiya rojhilat û bakur-rojhilatê Hema eşr didome. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê hinek noqte li aliyê Şêx Hîlal ku li ser rêya Selmîa-Esreya-Xenasir, dikeve û gundê Resim Emûn, kontrol kir. Li gorî çalakvanan, ji her du aliyan kuştî çêbûn, lê hejmara zelal nehat diyarkirin.

Her wiha komên çekdar bargehên rejîmê li  benda kontrolê ya Zelqiyat a bejahiya bakurê Hemayê, topbaran kirin. Di heman demê de, komên çekdar benda kontrolê ya Mesasine ya bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin. Hêzên rejîma Sûriyê jî bajaroka El-Hura ya bejahiya başurê Hemayê topbaran kir.

Li gorî çalakvanan, di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê herêma El-Setheyat a bejahiya başurê Hemayê de, gelek sivîl birîndar bûne, her wiha gelek endamên komên çekdar hatin kuştin.

Li Humis jî, rejîma Sûriyê herêma El-Hewle û Mezraa Ristin ên bejahiya bakurê Humis topbaran kir.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan raghandin ku hêzên rejîma Sûriyê herêma bajaroka El-Xariya ya Deraayê topbaran kir. Tevî agirbesta ku li Deraa hatiye raghandin, lê topbaran her du  aliyan didome.

Li Dêrezorê jî,  balafirên şer bajaroka El-Hesîniyê, Cenbe, derdora Banorama û derdora balafirgehan leşkerî ya Dêrezorê bomebarandin.

(kc)