Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li geleke deverên Filistînê çalakî pêk hatin, Îsraîl mudaxeleya çalakiyan kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Filistîniyan li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku Qudsê weke ‘Paytexta Îsraîlê’ qebûl kir, derketine kolanan. Polîstên Israîlê mûdaxeleya çalakiyê kirin. Hate ragihadin ku birîndar hene.

Çavkaniyan anîn ziman ku di bi hezaran filistînî li bajarê El-Xelîl û El-Bîrayê daketin qadan û sloganên ‘‘Qudis paytexta Filistînê ye‘‘ diavêtin paşê hin ji wan kevir avêtin leşkeran.

Çavkaniya ragihandin ku di encama mudaxeleya polîstên Îsraîlê ya xwepêşandanê de, 11 çalakvan bi guleyên rast birîndar bûn û 20 jî bi guleyên lîstîkî hatin birîndarkirin.

Li Xezayê jî bi hezaran nêzî sînorê Israîlê kom bûn û kevin avêtin leşkeran.

Li gorî Wezareta Tunduristiyê 7 filistînî hatin gulebarankirin û birîndar bûn, rewşa yekî jî xetere.

Berpirsên Tenduristiyê jî diyar kirin ku li Difeya Rojhilat 4 kes bi guleyên rast birîndar bûn û 20 jî bi guleyên lastîkî birîndar bûn.

Li gorî çapemeniya herêmî ya Gazzeyê hindek franksiyonên biçûk yên nêzîkî Tevgera Fethê banga berxwedana çekdarî kir û got divê gel li hemberî biryara Trump ya di derbarê Qûdsê de li ber xwe bidin.