Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Girê Spî 3 cangorî hatin oxirkirin

GIRÊ SPÎ- Şêniyên Girê Spî cenazeya 3`ê şervanên QSD`ê ku di pêngava çaremîn a Hemleya Xezeba Firatê şehîd bûn, oxir kirin.3Şêniyên Girê Spî cenazeya şervanên QSD`ê Cahid, Îsa Alî Bacliye û Îsa Alî ji nexweşxaneya bajarê Girê Spî girtin û bi karwanekî ji wesayetan ber bi goristana Şehîd Mehmûd Teime ya li gundê Tenhûze ve birin.

Piştî ku karwanê oxirkirina her sê cangoriyan gihîşt goristanê şervanên Erka Xweparastine torana leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîde El-Ebid û bi navê PYD`ê Dilbirîn Yûsif û bi navê Kongreya Star Ilham Ehmed axivîn.

Her wiha bavê şehîd Cahid Xelîl El-Ebîd axivî û got:ʺ Divê gelên Bakurê Sûriyeyê bi hev re li hemberî dijminên destdirêjiya xaka wan dike, têbikoşin.ʺ

El-Ebîd di berdewamiya gotinên xwe got ku divê her kes riya şehîdan bişopîne û xaka xwe biparêze.

Piştî ku axavtin bi dawî bûn nasnameya cangoriyan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Cemîle Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirin.

(np)

ANHA

تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863825)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863824)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863823)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863822)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863821)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863820)‬ ‫‬ تشيع 3 مناضلين في صفوف قوات سوريا الديمقراطية في مقبرة محمود طعمة ‫(29863819)‬ ‫‬