Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Girkê Legê rola jinan di hilbijartinan de hate nîqaşkirin

GIRKÊ LEGÊ – Bi armanca nîqaşkirina pêşveçûnên siyasî yên Bakurê Sûriyê û nirxandina mijara hilbijartinan û rola jinê di hilbijartinan de, Destiya Jinê ya Cizîrê li Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkê Legê civînek, lidar xist.GIRKE LEGE-ROLA-JINE ‫(1)‬ ‫‬

Desteya Jinê bi armanca nîqaşkirina pêşveçûnên dawî li bakurê Sûriyê û rola jinan di hilbijartinan de, li sandîkeya Kedkaran a bajarokê Rimêlan civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna bi dehan jinên Kurd, Ereb, her wiha endamên sazî û rêxistinên civakî yên Girkê Legê û Dêrikê amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgritinê dest pê kir.

Rêveberiya Desteya Jin a Cizîrê Emîne Omer rewşa siyas ya dawî nirxand. Emîne got:”Piştî 6 salan ji şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê em niha di rojên dîrokî de derbas dibin, kedeke jinê ya mezin bingehîn di nava tevahî sazî û rêxistinan de heye. Jin bi pergala xweseriyê re xwe bi rêve birin û niha ber bi hilbijartinan ve diçin. Weke ku çawa vîna jinê ya xurt di destpêka îlankirina xweseriyê hebû, divê di hilbijartinan de jî îradaya xwe ya xurt bi fikir û ramanê xwe derbixe holê. Ji ber ev pergal wê bi rêxistinkirina jin were rûniştandin. Projeya federaliya demokratîk xwedî girîngiyeke mezin e ji bo pêşeroja Sûriyê û avakirina welatekî azad li ser esasê azadiya jinê.”

Civîn bi nîqaş, pirs û bersivdayînê bi dawî bû.

(ekip)

ANHA

GIRKE LEGE-ROLA-JINE ‫(269615618)‬ ‫‬ GIRKE LEGE-ROLA-JINE ‫(1)‬