Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li goristana Şehîd Dijwar 5 şehîd hatin veşartin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê 5 şervanên YPG′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li goristana şehîdan oxir kirin.HSK-MERASIME-5-SEHIDAN1 (1)

Welatiyan cenazê şervanên YPG′ê Elî Ehmed (Rubar Hesekê), Elî Elî (Demhat Şedadê), Salim Ebdulah Xelo ( Birûsk), Macid Yûsif Hesen ( Doxan) û Endamê Meclîsa Leşkerî yê Dêrezorê Esed Ebduletîf (Ebû Namis) ji pêş avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve, birê ketin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmud Mistefa deng kir, bal kişand ser berxwedan û fedekariya şervanan di oxira rizgarkirina herêman û vegerandina ewlehiyê de.HSK-MERASIME-5-SEHIDAN1 (4)

Her wiha Fermandarê YPG′ê Şiyar Delîl da zanîn ku xwîna zarokên vê herêmê bi Kurd û Erebên xwe, bûye yek. Her wiha hat diyarkirin ku gel bi yekîtiya xwe, karîbû rê li pêşiya destwerdanên derve bigire.

Şiyar di dawiya gotinên xwe de soza şopandina riya şehîdan da.

Piştre, nasnameyên her 5 cangoriyan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Îlham Bekir ve hat xwedin û radestî malbatan hat kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîlîyên dayîkan û  dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin definkirin.

(nse/mm)

ANHA