Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li goristana şehîdan a Til Hemîs yekemîn cangorî hate oxirkirin

TIL HEMÎS – Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo, cenazeyê yekemîn şervanê YPG`ê  Raxib El-Etiye ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li goristana şehîdan a  Til Hemîs ku li ser navî wî hate binavkinrin, oxir kirin.TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬ ‫‬

Di merasîma oxirkirina têkoşer  Raxib El-Etiye (Ela Zab) de ê gundê Xernata Şerqî ku di 9`ê Tebaxê de di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, şervanên QSD, YPJ û Hêzên Asayîşê amade, bûn.

Gel bi kerwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Til Hemîs. Beriya goristanê, hevreyên şehîd cenazeyê wî rakirin û ew birin qada goristanê.

Li vir merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Paşê, bi navê QSD`ê Dilo Qamişlo axivî û got wan soza daye ku li dijî diminên mirovahiyê şer bikin û ew hêzeke biratiya gelan in û tu carî têk naçin. Qamişlo careke  din soza tolhildanê ji bo hemû şehîdan da.TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(180814338)‬ ‫‬

Her wiha bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Tirbespiyê Mihemed Zekî axivî û destnîşan kir ku bi saya  şehîdan ew îro bi azad û bi hev re li vir kom dibin. Zekî soza da cangoriyên azadiyê ku ew ê têkoşînê  dewam bikin û biratiya gelan ji xwe re esas bigrin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê Raxib El-Etiye bi dûrişmeyên dilsoza bi şehîdan re hate definkirin.

Hêjayî gotinê ye ku têkoşer Raxib yekemîn şehîd e ku li goristana şehîdan a Til Hemîsê tê veşartin. Meclîsa  Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê diyar kir ku ew ê navê goristanê bikin Goristana Şehîd  Raxib El-Etiye.

(kc)

ANHA

TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(180814341)‬ ‫‬ TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(180814340)‬ ‫‬ TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(180814339)‬ ‫‬ TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬