Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gundê Qebir Îmo 3 gorên komî hatin dîtin

MINBIC – Li gundnê Qebir Îmo yê 22 km dikeve rojhilatê Minbicê 3 gorên komî ku vedigere sala 2014‘an hatin dîtin.MINBEG-DITNA-KORSTAN (1)

Li gorî navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Qebir Îmo yê ser bi bajarê Minbicê ve 3 gorên komî yên sivîlên di girtiyên DAIŞ‘ê de hatin dîtin.

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di gora yekemîn de 15 cenaze, ya duyemîn 20 û ya sêyemîn 200 cenaze hene.

Çavkaniyên herêmî jî dane xuyakirin ku cenazeyên van goran ên sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatinbûn girtin û bi rêbazên cuda dihatin îdamkirin e.

(bb)

ANHA