Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gundê Xes Icêl, tunelên çeteyan hatin dîtin

Dîmen

REQQA –  Şervanên Odeya Çalakiyên a Xezeba Firatên li derdora gundê Xes Icêl tunelên çeteyan dîtin.

Çeteyên DAIŞ‘ê êrîş birin ser herêma di navbera gundê Xes Icêl a 48 kîlometreyan dikeve rojhilatê Reqqayê û gundê Hemed Esaf ê 40 kîlometreyan dikeve rojhilatê çemê Firatê, li ser vê yekê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê beriva çeteyan ve çûn û derbeyên giran li wan xistin.

Şervanên piştî rizgarkirinê operasyoneke paqijkirinê dane destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de tunelên çeteyan hatin dîtin.

Di dimênên ku Ragihandina YPG‘ê li ser maplera xwe belav kiribû, vê yekê dide xuyakirin.

Pêşveçûnên çeteyan ber bi Reqqayê ve didome.

(ni/bb)

ANHA