Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gundê Xes Icêl yê Reqqayê şerê dijwar

REQQA – Li rojavayê gundê Xes Icêl di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê şerekî dijwar rû dide.

Hemleya Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe didome. Di vê çarçevê de nûçegîhanên ANHA`yê diyar kirin ku ji duh ve li gundê Xes Icîl ê dikeve 48 kîlometreyan başûrê-rojhilatê bajarê Reqqayê şerekî dijwar di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ`ê rû dide. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo pêşiya pêşveçûna şervanan bigire erebeyên bombebarkirî bikar tînin.

Şer bi hemû dijwariya xwe didome.

(ekîp)

ANHA