Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gundên Kobanê operasyona paqijkirinê

KOBANÊ – Hêzên YPG/YPJ’ê di çarçoveya paqijkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, li gundên eniyên başûr û rojavayê çalakî dan destpêkirin.

Piştî rizgarkirina navenda Kantona Kobanê, hêzên YPG/YPJ’ê, ji bo rizgarkirina gundan jî, çalakiyên xwe didomînin. Îro di saetên serê sibehê de gundê Helincê yê li rojhilatê bajar hate rizgarkirin.

Li eniya başûr hêzên YPG’ê li derdora xwaringeha Seyranê çalakî lidar xist û ev çalakî hîn didome.

Li eniya rojava jî, li gundê Minazê çalakiyek hate destpêkirin. Derbarê çalakiya ku hîn didome de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

(ekip/aq)

ANHA