Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li gundewarên Tirbespiyê stadeke jinên ciwan tê avakirin

RÊNAS REMO

TIRBESPIYÊ – Şaredariya Gel a gundê Til Şiyîr dest bi avakirina stadekê taybet a jinên ciwan kir.TIR-LI-GUNDEWAREN-TIRBESPIYE-STADEKE-JINEN-CIWAN-TE-AVAKIRIN ‫(1)‬

Bi destpêkirina şoreşa jinê re, jinên Bakurê Sûriyê mafên xwe bi dest dixin û beşdarî hemû qadên civakê dibin. Jinê di qada sporê de jî gavek avêt. Di vê çarçoveyê de jinên ciwan ên gundê Til Şiyîr ê 12 km dikeve rojavayê bajarê Tirbespiyê, ji Şaredariya Gel a gund xwestin ku stadekê ji wan ava bikin.

Li ser xwesteka jinên ciwan, Hevşaredara Gel a gund, Fehîme Hesen Temo da zanîn ku wan dest bi avakirina stadê kirine û got ku ev xebat ji aliyê Buroya Jin a Şaredariyê vet ê meşandin. Dê stad li baxçeyê Cîhan ê gund, were avakirin.TIR-LI-GUNDEWAREN-TIRBESPIYE-STADEKE-JINEN-CIWAN-TE-AVAKIRIN ‫(151388673)‬ ‫‬

Fehîme anî ziman ku ew bi derfetên heyî nikarin vê projeyê temam bikin û xwest ku Desteya Sporê û Buroya Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê destek bidin.

Piştî avakirina stadê, jinên ciwan dikarin tîmeke xwe ava bikin. Di vê çarçoveyê de divê mamosteyeke sporê û alavên pêwîst ji wan re bêne peydakirin, da beşdarî turnovoyên sporê bibin.

Jinên ciwan ên gundewarên herêmê jî dikarin beşdar bibin û tîmên xwe ava bikin.

(mm)

ANHA